Ji bo debara mala xwe xwarinê çêdike û difiroşe

Li vê kargehê hemû xwarinên herêmî yên Mardînê hene.

Ji bo debara mala xwe xwarinê çêdike û difiroşe

Dayîka jêhatî mekiye karaozan piştî ku mêrê wê betal bû, ji xwe re loqenteyek vekir. Dayîka kedkar li vê derê bi destê xwe xwarinên herêmî çêdike û difiroşe. Bi wî awayî debara mala xwe dike.

Kutilk, nanê sêlê, goştê berxan…

Li vê kargehê hemû xwarinên herêmî yên Mêrdînê hene.

Dayîka jêhatî Mekiye Karaozan piştî ku mêrê wê ji kar hat derxistin, ji xwe re ev loqente vekir, lê vê derê xwarinên herêmî çêdike û ji bo debara mala xwe van xwarinan difiroşe.

Dayîka serkeftî ji rewşa kar memnun e û dibêje hejmara muşteriyan roj bi roj zêdetir dibe.

Mêrê wê Hikmet Karaozan jî di loqenteyê de dişixule û alîkariya jina xwe dike.

Welatî jî memnun in ku cihekî wisa heye û dibêjin bi saya vê derê bêriya xwarinên dayîka xwe nakin.

Dîroka nûkirinê: 10 Çile 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE