Li Dêrika çiyayê mazî Mamoste, him ji bo danîna şitlan, him jî ji bo paqijkirina derdorê çûn herêma xabê. Cigîrşaredarê navçeyê û gelek rayedar jî beşdarî çalakiyê bûn.
Hin mamosteyan çop berhev kirin, hin mamosteyan jî şitil danîn.
Ev dîmen ji çalakiya mamosteyan a li Dêrika navçeya Mêrdînê ne.
Di çarçoveya Semînerên Mijdara 2019an de li herêma Xabê çalakiya çandina daran û paqijkirina hawirdorê hat lidarxistin.
Zêdetirî 100 mamoste li hev kom bûn.
Cigîrşaredarê Dêrikê Hakan Kafkas û gelek rayedarên navçeyê jî digel mamosteyan çûn Xabê.