Li Hakkariyê ji bo dibistanên li bajêr û navçeyan bên paqijkirin tîmeke taybet a dezenfekteyê hat avakirin.
Li gorî daxuyaniya Midûriya Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr bi hevkariya Şaredariya Hakkariyê, Perwerdeya Neteweyî û Midûriya Tenduristiyê ya Gel va tîmeke taybet a paqijiyê hat avakirin.
Hat gotin ev tîm ji hêla pisporan va tê perwerdekirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin mala mamosteyan, Navenda Perwerdeya Gel ji hêla vê ekîbê va hatiye paqijkirin û xebat dewam dikin.
AA