Li ser îdiaya li Sakaryayê karkerên çandiniyê yên demsalî hatine derbkirin ji bo 2 kesan biryara binçavkirinê hat derxistin.
Li gor agahiyên hatin bidestxistin bi kordîneya Serdozgeriya komarê ya Sakaryay Serdozgeriya Komarê ya Kocaaliyê der heqê 2 kesên hat tsbîtkirin ku tevî bûyerê bûne da biryara binçavkirinê derxist.
Hêzên ewlehiyê ji bo girtina gumanbaran xebat dan destpêkirin.
Di daxuyaniya Walîtiya Sakaryayê yê der barê mijarê da hatibû diyarkirin ku di 22yê tebaxê da li navçeya Kocaaliyê di navbera nîqaşa di navbera xwediyên baxçeyên bindeqan derket da xirecir çêbû, yek ji şexsan ereba xwe ajotiye ser yê din, di vê navberê da du karkerên jin ên li ser nifûsa Mêrdînê qeydkirî û karkerekî mêr ê li ser nifûsa Duzceyê qeydkirî birîndar bûn û bûyer hatiye ber destê darazê.
AA