Ji bo Diyarbekir, Tuncelî û Elezîzê hişyariya baranê hat dayîn.
Midrûriya Giştî ya Meteorolojiyê daxuyand li navçeyên rojhilat ên Diyarbekir, Tuncelî û Elezîzê barana gurr (20-40 milîmetre) wê bibare.
Meteorolojiyê hişyarî da welatiyan ku ew ji bo baran û lehiyê baldar bin û tevdîrên xwe bibînin.