Ji bo doza 3yem a aşiyê ji îro pê va randevu vedibin

Ji bo doza 3yem a aşiyê ji îro pê va randevu vedibin

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristiyê ragihand, di çarçoveya têkoşîna Kovîd-19ê da kesên ku emrê wan 50 salî û ji wê mezintir in û her du doz aşî bûne û xebatkarên tenduristiyê ji îro pê va dikarin seba doza sêyem a aşiyê randevuya xwe hildin. Seba doza sêyem kîjan aşiyê bixwazin dikarin wê bineqînin.

Wezîr Koca bi rêbaza vîdeo konferansê beşdarî civîna Lijneya Zanistê ya Koronavîrusê bû û paşê daxuyanî da. Koca diyar kir ku Tirkiye ji rojeva nexweşiya şewbê derket û wiha dewam kir, "Ez dixwazim hûn bizanin ku ev gotina min hevokeke hêvîdariyê nîne, ji hêsîrtiya şewba kurewî rizgariya we îfade dike."

Koca daxuyand ku bernameya aşîkirinê bi plankirî dewam dike û ji bo ku aşî bigihêje her welatiyê me, bername di nav seferberiyeke têkûz da dewam dike, li Tirkiyeyê rojane milyonek doz aşî tê lêxistin û ev jî Tirkiyeyê dixe nav wan welatan ku nifûsê xwe herî pêşiyê aşî dikin.

Koca daxuyand, ji îro pê va nêzî 50 milyon doz aşiya Kovîd-19ê hat lêxistin û wiha dewam kir, "Em çi qas zûtirî aşî bibin, em ê ew qas zûtirê bi miletî ji şewbê bifilitin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE