Ji bo dozgerê bere Kaya 12 sal cizayê hepsê

Di doza li İzmirê de dozgerê berê Mehmet Kaya 12 sal cizayê hepsê xwar

Ji bo dozgerê bere Kaya 12 sal cizayê hepsê

Li İzmîrê, di çarçoveya lêpirsîna li dijî rêxistina terorî feto’yê de dozgerê berê mehmet kaya dihat darizandin. Kaya 12 sal cizayê hepsê xwar.

Doz, li 15emîn Dadgeha Cizayê Giran a li Îzmîrê dihat dîtin. Di dozê de hat tespîtkirin ku Kaya bernameya krîpto ya rêxistinê ByLock bi kar aniye. Ji bo Kaya, ji ber sûcê endamtiya rêxistina terorî ya biçek ceza hat xwestin.

Heyeta mehkemeyê, 8 sal cezayê hepsê dabû Kaya. Heyetê li gorî xala qanûna têkoşîna li dijî terorê cezayê wî bi qasî nîv cizayê din zêde kir. Ceze hat rakirin 12 salan û tu daxistin jî nehat kirin.

Kaya, beriya vê li Colemerg û Wanê serdozgerî kiribû. Her wiha hat îdiakirin ku di sala 2014an de bi piştgiriya rêxistinê di hilbijartina endamtiya HSYK’yê de bûbû namzed.

Dîroka nûkirinê: 20 îlon 2018, 15:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE