Ji bo dîtina Gulistan Dokuyê ava Bendava Uzunçayirê vala dikin

Ji bo dîtina Gulistan Dokuyê ava Bendava Uzunçayirê vala dikin

 Îsmaîl Çatakliyê Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî der barê xebatên ji bo dîtina Gulistan Dokuya xwendekara zanîngehê ya 200 roj berê li Tunceliyê winda bibû tên meşandin da got, "(Bendava Uzunçayirê) Ji bo valakirina bendavê telîmat heye, ji roja duşemê vir da jî xebateke wisa dest pê kir. Hedef ew e ku qet na hetanî dora pireyê avê ziha bikin herêmê derxin ber çavan. JI bo vê hevalên teknîkî jî dixebitin lê dest bi valakirina avê jî kirin."

Çatakli Waliyê Tunceliyê Mehmet Alî Ozkan li meqamê wî ziyaret kir di ziyaretê da daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku Aygul Dokuya xwenga Gulistanê bi Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Navxweyî û wî ra axivî.

Çatakli destnîşan kir ku der barê mijarê da civîn kirin û wiha pê da çû:

"Ji bo valakirina bendavê telîmat heye, ji roja duşemê vir da jî xebateke wisa dest pê kir. Hedef ew e ku qet na hetanî dora pireyê avê ziha bikin herêmê derxin ber çavan. JI bo vê hevalên teknîkî jî dixebitin lê dest bi valakirina avê jî kirin. Dixwazim vê jî bêjim ku me 180 roj di binê avê da xebatên lêgerînê meşandin. Me ji bo mijarê kêmzêde 500 personel wezîfedar kirin. Ji gelek bajarên Tirkiyeyê hevalên me hatin vê derê."

Çatakli diyar kir ku xebatên wiha 10-15 rojan tên dewamkirin, ji bo dîtina Dokuyê xebatên di binê avê da qasî 6 mehan domandin.

Çatakli got bi hemû îmkanên xwe xebatên lêgerînê domandin û wiha pê da çû:

"Ligel hemû hewlan encamek nehat bidestxistin. Hûn jî bizanibin ku em zehf dixwazin encamekê bi dest bixin. Ya rastî malbata wê jî dixwaze. Em jî dixwazin bigihêjin encamê û wî karî biqedînin. Lêbelê hûn jî dizanin ku mînakên din jî hene, li dinyayê jî gelek mînak hene. Mînakên wekî negihîştine encamê jî hene. Lêbelê me hetanî nika hemû îmkanên xwe bi kar anîn. Di vê mijarê da daxwazeke dawîn heye. Hetanî ku îmkanên teknîkî firsendê didin em ê çi lazim dike bikin. Jixwe êdî di vê mijarê da telîmat hat dayîn, sazî li ser dixebitin. Înşaellah em ê encamekê bi dest bixin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE