Ji bo dîtina xwendekara lîseyê xebat dewam dikin

Ozkana (17) xwendekara Lîseya ÎMKByê ya li Mûşê 5 roj berê di pireya li ser Çemê Ava Reş da bû ket û bi ro da çûbû.

Ji bo dîtina xwendekara lîseyê xebat dewam dikin

 Li Mûşê xebatên ji bo lêgerîna xwendekara lîseyê ya 5 roj berê ketibû Çemê Ava Reş û bi ro da çûbû dewam dikin.

Yagmur Ozkana (17) xwendekara Lîseya ÎMKByê ya li Mûşê 5 roj berê di pireya li ser Çemê Ava Reş da bû ket û bi ro da çûbû. Xebatên lêgerîna xwendekarê di roja 5an da dewam dikin.

23 xozneberên wezîfedarê midûriyetên ewlekariya Bidlîs, Elezîz, Adiyeman û Wanê, ekîbên AFADê yên Wan û Mûşê, ekîbên UMKEyê û agirkujiyê li herêmê xebatên xwe didomînin.

Ekîba ji perav, ser avê û bin avê li qada 9 kîlometreyî bi 3 botan xebatên xwe didomînin û heta niha xwendekara winda nehat dîtin.

Ji Serokatiya Tevgera Taybet a Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê jî ekîbeke ji 23 xozneberan pêk tê ji bo piştevaniyê hatin bajêr.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE