Ji bo Elazığ û Malatyayê ji 93 milyon lireyî zêdetir alîkarî hat berhevkirin

Di kampanyaya alîkariyê da ya ji bo Elazığ û Malatyaya di erdhejê da zirar dîtibûn ji 93 milyon lireyî zêdetir pere hat berhevkirin.

Ji bo Elazığ û Malatyayê ji 93 milyon lireyî zêdetir alîkarî hat berhevkirin

Serokatiya Birêvebiriya Rewşa Acîl û Bobelatê (AFAD) daxuyanî da û bi bîr xist ku piştî erdheja bi lerza 6,8an a navend Sîvrîceya navçeya Elazığê ku di 24ê Rêbendanê da qewimî bû ji hezar û 631 kesên hatibûn nexweşxaneyan bi tevahî hezar û 604 kes hatin tedawîkirin û 2 jê li beşa nexweşiyên giran tedawiya 27 kesan jî dewam dike.

Hat gotin ku piştî erdhejê li herêmê bi tevahî 2 hezar û 218 paşlerze qewimîn û ji wan lerza 25 heb di ser 4an da bûn.

Di çarçoveya kampanyaya alîkarî berhevkirinê da jî ji ser hesabên bankeya 65 milyon û 510 hezar û 731 lire û ji ser pergala SMSê jî 27 milyon û 907 hezar û 880 lire û bi tevahî 93 milyon û 418 hezar û 611 lire alîkarî hat berhevkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 06 Çile 2020, 16:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE