Li Gaziantepê , motosikletekê beriya du salan li keçika biçûk Kübra Çetinê da. Di kontrolên piştî qezayê de derket ku mejiyê kûbrayê biçûk dibe. Malbat gelek feqîr e û ji bo tedawiya Kübrayê 50 hezar lîre lazim e. Malbata Çetin li benda alîkariyê ye.
Kûbra Çetin û malbata wê li navenda Gaziantepê dijîn.
Beriya du salan li sûkê motosikletekê li Kübrayê da û serê wê li erdê ket.
Di kontrolan de derket ku mejiyê Kübrayê biçûk dibe û divê were tedawîkirin.
Lê ji bo tedawiyê jî 50 hezar lîre divê.
Lê malbat feqîr e û bav Mehmet bi kotekî îdara malbata xwe dike.
Hin caran cîranên wan jî alîkariyê didin wan.
Ji ber feqîriyê malbata çetin nikare Kûbrayê tedawî bike.
Bav Mehmet Çetin ji rayedar û xêrxwazan dixwaze ku ji bo tedawiyê alîkariya wan bikin.