Ji bo eskerê ku li bakurê Iraqê şehîd ket li Şirnexê merasim

Li herêma Heftanînê di gulebarana tacîzê ya ku terorîstên PKKyî bi hewanê kirin da şehîd ket bi merasimê şandin bajarê wî Hatayê

Ji bo eskerê ku li bakurê Iraqê şehîd ket li Şirnexê merasim

Ji bo Ahmet Înceyê eskerê bipeyman ê ku li bakurê Iraqê şehîd ket li Şirnexê merasim hat lidarxistin.

Di merasima ku li Fermandariya Tumena Peyadeyan a 23yemîn hat lidarxistin da cenazeyê esker Înceyê ku li herêma Heftanînê di gulebrana tacîzê ya bi hewanê ya terorîstên PKKyî da şehîd ket a bi alaya Tirkan pêçayî danîn katafalkê.

Di merasimê da ji bo rêzgirtinê sekinîn, kurtejiyana şehîd hat xwendin û dia hatin kirin.

Cenazeyê şehîd Înce piştî xwestina helaliyê li ser milê hevalên wî heta ambulansê birin.

Cenazeyê şehîd bi rêhewayê şandin bajarê wî Hatayê.

Waliyê Şirnexê Alî Hamza Pehlîvan, Şaredar Mehmet Yarka, Fermandatrê Herêma Cendirmeyan Ahmet Hacioglu, Fermandarê Tumena Peyadeyan a 23yemîn Tuxgeneral Îdrîs Acarturk, Fermandarê Komandoyan a Cendirmeyan ê Çakirsogutê Tuxgeneral Alper Sir, Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr Mustafa Emre Başbug û eskerên hevalên şehîd beşdarî merasimê bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE