Ji bo fuara pirtûkan eleqeya xelkê Diyarbekirê

Pirtûkhez eleqeyeke zêde nîşanî Fuara Pirtûkan a 6emîn a Diyarbekirê didin.

Ji bo fuara pirtûkan eleqeya xelkê Diyarbekirê

Pirtûkhez eleqeyeke zêde nîşanî Fuara Pirtûkan a 6emîn a Diyarbekirê didin.

"Fuara Pirtûkan a 6emîn a Diyarbekirê" ku bi destê TUYAPê û bi hevkariya Yekîtiya Weşangeran a Tirkiyeyê û herwiha bi alîkariya Walîtiya Diyarbekirê, Şaredariya Bajarê Mezin Diyarbekirê, Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Diyarbekirê, Borseya Bazirganiyê ya Diyarbekirê, Yekîtiya Jûrên Esnaf û Senaetkarên Diyarbekirê, Ajansa Pêşketina Qerejdaxê û Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Parêzgehê hat lidarxistin û di 25ê îlonê da vebû, dewam dike.

Pirtûkhezên ku diçin fuara ku dê heta 30ê îlonê vekirî be, pirtûkên bi Tirkî, Kurdî, Erebî û Îngilizî di serî da dikarin ji xwe ra gelek pirtûkî bikirin.

120 weşanxane beşdarî fuara li Navenda Fuar û Kongreyê ya Diyarbekirê ya TUYAPê bûn û herwiha di vê çarçoveyê da 60 çalakiyên çandî dê bên lidarxistin û 250 hezar jî nivîskar dê bi xwîneran ra bên cem hev.

Di herdu rojên pêşiyê da 20 hezar û 858 kes fuarê geriyan û herwisa tê texmînkirin ku ji 100 hezarî zêdetir kes dê fuarê ziyaret bikin.

Davut Ozalpê xwediyê weşanxaneya ku pirtûkên Kurdî difiroşe, diyar kir ku gel eleqeyeke germ nîşanî fuarê dide ku ev eleqe dê dawiya hefteyê zêdetir be.

Ozalp destnîşan kir ku heta niha ew beşdarî 3 fuaran bûn û fuar xweş derbas dibe.

Welatî Emîne Tekê diyar kir ku wê fuar pir eciband û wiha axivî, "Bi rastî jî eleqeyeke germ heye. Pir qelebalix e. Pirtûkên baş jî hene. Ez jî li fuarê geriyam. Ji ber ku ez dayîk im, ez li pirtûkên ji bo dayîkan mêze dikim."

Dîroka nûkirinê: 27 îlon 2018, 16:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE