Ji bo hecacan dê peşk were avêtin

Ji Tirkiyê îsal dê 80 hezar kes biçin hecê...

Ji bo hecacan dê peşk were avêtin

Îsal 2 milyon kes ji bo biçin hecê serî li peşkê dabûn. Peşkavêtina ji bo hecacan wê îro seat 3yan de wê diyar bibe. Îsal ji tirkiyê dê 80 hezar kes biçin hecê.

Xwestin biçin hecê û serî li Serokatiya Karên Diyanetê dan.

Zêdetirî 2 milyon kes li benda peşka îro bûn.

Peşka ku her kes çavrêniya wê dikir, wê îro seat di 3yê esir de were avêtin.

Di peşkê de wê navê 80 hezar kesên ku dê biçin hecê eşkere bibe.

Merasîma peşkavêtinê dê ji bo çapemenî û raya giştî vekirî be.

Encamên peşkê jî wê nîvê şevê seat di 11an de ji malpera www.hac.gov.tr’ê bên weşandin.

Her wiha kesên ku mafê çûyîna hecê qezanc bikin jî, wê bi SMS’ê, yanî peyamên telefonê bên agahdarkirin.

Ji bo hecê qeydên teqez, wê di 2ê Çileyê de dest pê bikin û heya 11ê Çilê dewam bikin.

Dîroka nûkirinê: 28 Kanûn 2018, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE