Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun di peyama xwe da got, "Ji bo hemû meriv bigihêjin rastiyê em ê bi hemû hêza xwe bixebitin"
Altun li ser hesabê xwe yê Twitterê der barê "Rêgeza Bikaranîna Medyaya Civakî" ya Serokatiya Ragihandinê ji bo bi başî bikaranîna medyaya civakî wekî pêşniyaz amade kiribû da peyam weşand.
Altun diyar kir ku eleqeyeke mezin nîşanî rêgeza dijî dezenformasyon û xapandinên li ser medyaya civakî amade kirin didin û wiha pê da çû:
"#BijîHeqîqet em ji hemû kesên piştgirî dan banga me ra sipas dikin. Ji bo hemû meriv bigihêjin rastiyê em ê bi hemû hêza xwe bixebitin"
AA