"Ji bo herêma erdhejê hemû şaxên me di qada veguhastin û ragihandinê da di teyaqûzê da ne"

Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê Cahît Turhan ji ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê kar û xebatên bo erheja bi lerza 6,8an a ku li Elezîzê qewimî da agahî da.

Turhan di peyama xwe da ragihand ku li herêmê ji bo hemû deriyên veguhastin û ragihandinê vekirî bimînin hewl dan û wiha pê da çû: "Ji bo herêma erdhejê hemû şaxên me di qada veguhastin û ragihandinê da di teyaqûzê da ne. Rewşeke ku ji hêla hewayê, bejayê û rêhesiniyê va rê li ber veguhastina herêma erdhej qewimî bû bigire tuneye. Ji bo alîkarî bi lez û bez bên şandin hewl tê dayîn û hemû deriyên veguhastin û ragihandinê vekirîne û bo vê jî bi taybetî hewl tê nîşandan."

Dîroka nûkirinê: 25 Çile 2020, 17:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE