ji bo herêma Rojhilata Anadoluyê hişyariya germê

Li Herêma Rojhilata Anadoluyê germ wê li gor demsalê 2 û 6 pileyan zêde be

ji bo herêma Rojhilata Anadoluyê hişyariya germê

Ji meteorojiyê ji bo bajarên Herêma Rojhilata Anadoluyê hişyariya germê hat dayîn.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, hewa wê li herêmê kêmewrayî û sayî derbas bibe.

Li herêmê tê payîn ku germa hewayê li gor demsalê 2 û 4 pile zêde be. Tê texmînkirin ji aliyê başûr û başûrê rojavayê car caran dibe ba rabe.

Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Erdexanê 11, li Qersê 12, li Agiriyê 14, li Erziromê 15, li Îdirê û Erzincanê 10, li Tunceliyê 22 pile hat pîvan.

Nava rojê germa herî zêde jî li Tunceliyê 39, li Îdir û Erzincanê 38, li Agiriyê 34, li Erzurumê 33, li Qersê 32, û li Erdexanê 21 pile tê payîn.

Ji ber hewaya germ rayedaran hişyarî da û gotin ku bila di navbera saet 10.00-16.00an de zarok, pîr û kal û kesên nexweşiyên wan ên kronîk hene, zêde li derva nesekinin. 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE