Ji bo heywanan navenda rehabilîtasyon û lênêrînê hat avakirin

Li navendê heywanên nexweş tedawî dikin, li wan dibin xwedî...

Ji bo heywanan navenda rehabilîtasyon û lênêrînê hat avakirin

Şaredariya Mûşê ji bo heywanên bêxwedî navenda rehabılîtasyon û lênêrînê ava kir. Xebatkarên şaredariyê li tax û kolanan digerin, heywanên bêxwedî tedawî dikin, xwarin û vexwarinê didin wan.

Belediya Mûşê di heyama koronayê de heywanên bêxwedî star dike.

Şaredariyê ji bo wan navenda rehabilîtasyon û lênêrînê vekir.

Xebatkarên şaredariyê li tax û kolanan digerin heywanên bêxwedî dibînin û tînin navendê.

Li navendê avahiyeke îdarî, avahiyeke klînîk û 10 jî klubeyên heywanan hene.

Ger heywan nexweş bin beytar wan tedawî dikin. Her wiha xwarin û vexwarinê didin heywanan.

Xebatkarên navendê bi şev û roj dixebitin û xizmeta heywanên bêxwedî dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE