Ji bo heywanên bêxwedî jîngeha bi 1,5 milyon lîreyî

"Jîngeha Berwext a Heywanên Bêxwedî û Qada Jiyanê ya Bibaxçe" ku bi destê Şaredariya Bazîda Agiriyê ji bo xwedîkirin û dermankirina heywanên bêxwedî bi 1,5 milyon lireyî hat avakirin, ket xizmetê

Ji bo heywanên bêxwedî jîngeha bi 1,5 milyon lîreyî

Bi destê Şaredariya Bazîda navçeya Agiriyê ji bo xwedîkirin û dermankirina heywanên bêxwedî bi 1,5 milyon lireyî Jîngeha Berwext a Heywanên Bêxwedî û Qada Jiyanê ya Bibaxçe hat avakirin.

Şaredariya Bazîdê ku bi destê Wezareta Karên Navxweyî bi hikmê BHQyê cîgirşaredar lê hat peywirdarkirin, seba heywanên bêxwedî projeyan amade dike û dixe rewacê ku gel jî ji vê yekê pir kêfxweş e.

Piştî projeyên sala çûyî, Midûriyeta Karûbarên Beytariyê ya Şaredariyê, îsal jî li ser 16 dekar erdê bi 1,5 milyon lireyî va bi navê Jîngeha Berwext a Heywanên Bêxwedî û Qada Jiyanê ya Bibaxçe qadek ji bo heywanên bêxwedî çêkir.

Qaymeqam û Cîgirşaredarê Bazîdê Ulaş Akhan di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku par piştî ku ew wekî cîgirşar hat tayînkirin, wî di çarçoveya daxwaza welatiyan da dest bi projeyên seba heywanên bexwedî kirin.

Akhan bal kişand ku Jîngeha Berwext a Heywanên Bêxwedî û Qada Jiyanê ya Bibaxçe li herêmê navenda mêzekirin û rehabîlîtasyonê ya herî mezin e ku ev navend bi çavkaniyeke 1,5 milyon lireyî va li navçeyê hat avakirin.

Akhan diyar kir ku bi vê xebatê va hem heywanên bêxwedî û selemtû tên parastin û starkirin û hem jî paqijiya jîngehê û tenduristiya gel nakeve bin xetereyê.

AA

Dîroka nûkirinê: 13 îlon 2018, 12:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE