Ji bo hin bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya baranê

Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê, tê texmînkirin ku piştî nîvro li Qers, Erdexan, Erzirom, Agirî, Erzincan, Tuncelî û Îdirê barana gur bibare.

Ji bo hin bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya baranê

Ji bo 7 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya baranê hat dayîn.

Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê, tê texmînkirin ku piştî nîvro li Qers, Erdexan, Erzirom, Agirî, Erzincan, Tuncelî û Îdirê barana gur bibare.

Li herêmê germahiya hewayê ew ê wekî ya demsalê be û guherîneke zêde çênebe.

Bi şev germahiya hewayê li Erzirom û Qersê 3, li Erdexanê 4, li Agiriyê 7, li Erzincan û Tunceliyê 9, li Îdirê 12 pile hat pîvandin.

Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Îdirê 24, li Tunceliyê 21, li Erzincanê 20, li Agiriyê 18, li Qersê 17, li Erdexanê 16, li Erziromê 15 pile be.

Li herêmê bayê ji aliyên başûr û başûrê rojhilat ra ew ê rabe û dibe hin caran guj bibe.AA

Dîroka nûkirinê: 10 Gulan 2019, 17:26
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE