Ji bo hin bajarên li rojhilatê hişyariya qeşa û cemedê

Ji bo Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê hişyariya qeşa û cemedê hat dayîn

Ji bo hin bajarên li rojhilatê hişyariya qeşa û cemedê

 Ji bo Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê hişyariya qeşa û cemedê hat dayîn. 

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrayî be, danê nîvro li Wan, Bidlîs û Mûşê baran wê bibare.

Li deverên bilind şilope û berf wê bibare.

Germa hewayê wê li herêmê li gor şert û mercên demsalê be.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Wan û Hekariyê 9, li Mûşê 8, li Bidlîsê 7 pile tê payîn.

Ji bo herêmê seba qeşa, cemedê hişyarî hat dayîn ku welatî baldar bin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE