Qeymeqamiya Rezana Diyarbekirê ji bo jinan projeya “heke jin bixwazin dikarin her tiştî bikin” da destpêkirin. Di çarçoveya projeyê de jin ji cil û bergên kevin tiştên cuda û nû çêdikin.
Cil û bergên kevin tînin atolyeyê, diqetînin û ji nûve didirûn.
Ji wan cilan tiştên nû çêdikin.
Proje ji aliyê Qeymeqamiya Rezana Diyarbekirê li Navenda Piştgiriya Malbatan hat destpêkirin.
Di atolyeyê de 80 jin dişixulin. Bi ked û xîreta wan him tiştên kevin naçin çopê him jî jin bi vî karî îdareya xwe dikin.