Ji bo jinan kooparetîfek vebû

Jinên koçber û yên navçeyê bi hev re xwarinan çêdikin û difiroşin...

Ji bo jinan kooparetîfek vebû

Li Rişmila Mêrdînê ji bo jinên navçeyê û xanimên koçber lokantayek hat vekirin. jin li wê derê xwarinan çêdikin û difiroşin.

Qeymeqamiya Rişmila Mêrdînê bi hevkariya Komeleya Piştgiriya Jiyanê û Saziya Civakî ya Sivîl a Almanan “Carîtas” (Karîtas)ê ji bo jinan koperatîfek ava kir.

Di kooperatîfê de ji bo jinên navçeyê û kewaniyên koçber ku li navçeyê bi cih bûne lokanteyek hat vekirin.

Jin li vê derê dê bi destên xwe xwarinê çêkin û bifiroşin.

Heqê xwarinê jî dê bikeve destê jinan.

Qeymeqamê Yeşilliyê Ömer Bilgin: Li vê derê çi bê firotin, perê wan dikeve hesabê jinên ku li vir dişixulin. Me li ser navê wan hesabek vekirîye û pere tên ser wî hesabî. Me got dema ev proje xilas bibe, bila di destê wan de piçek pere hebe ku bikarin ji xwe re karekî bikin.

Bi saya vê projeyê him jinên navçeyê dibin xwedî kar, him jî jinên mihacir debara xwe dikin

Dîroka nûkirinê: 11 Nîsan 2019, 17:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE