ji bo jinika ducanî bigîhînin nexweşxaneyê 6 saetan xebitîn

Li Muradiyeya navçeya Vanê ji ber berf û bagerê rêya taxekê hat girtin, tîmên şaredariyê û tenduristiyê 6 saetan hewl dan ku jinika ducanî ya li wê taxê asê maye bigîhinin nexweşxaneyê.

Li Taxa Gultepeyê Neslîşah Firtinaya 28 salî ji ber ku sanciyên wê dest pê kir caw da ku wê bigîhinin nexweşxaneyê.

Lê ji ber berf û bagerê rêya taxê girtibû tîmên Şaredariya Muradiyeyê6 saetan xebitîn û rê vekirin.

Tîmên tenduristiyê jinika ducanî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Muradiyeyê û hat ragihandin rewşa wê baş e.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE