Ji bo karê xwe rojeke taybet diyar kir

Ev 20 sal in 1ê Adarê wek Roja Boyaxkarên Cihanê pîroz dike

Ji bo karê xwe rojeke taybet diyar kir

Doğan Dölçekê ku ev 42 sal in li Bingölê solan boya dike, 20 sal in bi tena serê xwe 1ê adarê wek roja boyaxkarên solan a cihanê pîroz dike. Dölçek dibêje: “ez dixwazim hemû boyaxkar vê rojê pîroz bikin”

Beriya 20 salan 1ê Adarê wek Roja Boyaxkarên Solan a Cihanê îlan kir.

Ji wê rojê û vir ve her sal di 1ê adarê de roja xwe pîroz dike.

Hasan Dölçekê ku ev 42 sal in Li Bîngolê solan boyax dike, ji bo balê bikişîne ser rewşa boyaxciyan 1ê adarê wek Roja Boyaxkaran pîroz dike.

Mişteriyên Dölçek jî dema 1ê Adarê tê teqez diçin serdana wî û roja wî pîroz dikin.

Boyaxkarê ku ji karê xwe gelek hez dike, bi boyaxkirina solan him îdara xwe dike him jî zarokên xwe dide xwendin û dibêje: Bi vî karî min 2 zarokên xwe dan xwendin. Ji wan yek bû dixtor, yê din jî bû mamoste.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE