Ji bo karkerên çandiniyê xizmeta tenduristiyê

Xebatkarên tenduristiyê li ber zeviyan testên karkerên çandiniyê kirin

Ji bo karkerên çandiniyê xizmeta tenduristiyê

Li Mûşê xebatkarên tenduristiyê li ciyên çandiniyê geriyan û testên koronayê yên karkerên çandiniyê kirin. Ekîbên tenduristiyê kon bi kon geriyan nimûne berhev kirin.

Karkerên çandiniyê li konan dijîn, li ber zeviyan kar û barê xwe dikin.

Di demsala çandiniyê de hemû karên hilberînê dikin.

Li Mûşê xebatkarên tenduristiyê çûn serdana wan.

Ekîban yek bi yek testên koronayê yên karkeran kirin û nimûne berhev kirin.

Karkerên ku ji bajarên din hatine, ji vê xizmeta tenduristiyê razî ne.

Encama testên hatine kirin heta rojeke din diyar dibe û tê ragihandin bo karkeran.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE