Ji bo kesê di 5 mehan da 8 hezar carî li 112ê geriya ceza

Li Wanê mirovê ku di 5 mehan da 8 hezar carî li 112 navenda gazî û hawarê geriya hat cezakirin

Ji bo kesê di 5 mehan da 8 hezar carî li 112ê geriya ceza

Di çarçoveya "Qanûna Qebhetan" da cezayê pere li wî mirovî hat birîn ku di 5 mehan da 8 hezar carî li 112 Navenda Gazî û Hawarê ya ku 2yê Îlona 2020î li Edremîta navçeya Vanê vebû, geriya û belasebeb xet meşxûl kir.

112 Navenda Gazî û Hawarê ku di çarçoveya projeya ku Wezareta Karên Navxweyî li 81 parêzgehan cîbicî kir da li Vanê vebû, ji ser nimroyekî û navendekê bersivê dide hemû lêgerînên ji bo tenduristî, cendirme, îtfaiye, daristan û AFADê.

Li navenda ku 175 kes hatin îstixdamkirin da xebatkarên navendê bersivê didin xetên lezgîn ên wekî 112, 155, 110, 156, 177. Ev xebatkar her wisa lêgerînên nepêwîst cuda dikin û lêgerînên rastîn digihînin şaxên têkildar.

Li Vanê peywirdarên ku demildest bersivê didin û midaxeleyî bûyeran dikin, ji ber îxbarên derew û lêgerînên nepêwîst bi gazind in.

Peywirdarên ku bersivê didin bi hezaran lêgerînan bi pirsên wekî "Pişîka min zehf dixe miremir gelo ez dikarim çi bikim?", "Faturaya têlefona min çima zehf tê?", "Diya min ne li mal e, heta were tu dikarî bi min ra sohbet bikî?", "Ez li zozan im nizanim saet çend ye, gelo tu dikarî bêjî saet çend e?" rûbirû dibin.

Mirovê ku di 5 mehan da 8 hezar carî li 112 navenda gazî û hawarê geriya hat cezakirin

Midûra 112 Navenda Gazî û Hawarê Yadigar Ergulê di daxuyaniya xwe ya da peyamnêrê AAyê da diyar kir, ji roja ku hatiye vekirin û heta niha 769 hezar lêgerîn ji navendê ra hatin ku ji sedî 90ê wê derew û nepêwîst in.

Ergulê bal kişand, xebat tên meşandin ku kesên belasebeb xetan meşxûl dikin, bên tesbîtkirin û wiha dewam kir:

"Welatiyekî me 8 hezar carî 112 Navenda Gazî û Hawarê ya me belasebeb geriya û meşxûl kir. Nasnameya vî kesî hat tesbîtkirin û jê ra di çarçoveya Qanûna Qebhetan da cezayê pere hat birîn. Mîna vî yên ku navenda me 2-3 hezar carî belasebeb digerin hene. Em dikarin kesên belasebeb li navendê digerin tesbît bikin. Em li bendê ne ku welatiyên me di vê mijarê da baldar û hişyar bin. Bi lêgerînên derew me meşxûl nekin. Dema lêgerînên nepêwîst zehf bin, yên girîng di dorê da dimînin. Em bi saniyan ra di pêşbaziyê da ne. Em tika dikin navenda me belasebeb negerin. Lewra saniyek jî ji bo me zehf girîng e."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE