Wezîra Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî Zehra Zumrut Selçukê diyar kir ku wan ji bo welatiyên ku malên wan bi temamî di şewata li Kozana navçeya Adanayê da şewitîn an jî zirar dîtin, milyonek lire pere terxan kir.
Selçukê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û diyar kir, ji bo pêçandina birînên şewata daristanê ya li Kozanê, ew ligel welatiyan in û wiha dewam kir: "Ji bo welatiyên ku malên wan bi temamî şewitîn an jî zirar dîtin, seba pêkanîna pêdiviyên wan ên acil û sereke em milyonek lire pere ji Weqfa Alîkariya Civakî û Piştevaniyê ya Kozanê ra dişînin. Derbasî be Edene."AA