Ji bo kesên temenê wan ji 15 mezintir û kesên 12 salî yên nexweşiyên wan ên kronîk hene biryara aşiyê hat dayîn

Ji bo kesên temenê wan ji 15 mezintir û kesên 12 salî yên nexweşiyên wan ên kronîk hene biryara aşiyê hat dayîn

Wezareta Tenduristiyê der barê hejmara doza aşiya Kovîd-19ê û kesên temenê wan cuda yên dikarin aşiyê bikin da biryarên nû da.

Di çarçoveya têkoşîna dijî Kovîd-19ê da li tevahiya welêt aşîkirin bilez dewam dike.

Wezareta Tenduristiyê ji bo kesên temenê wan ji 15 mezintir û kesên 12 salî yên nexweşiyên wan ên kronîk hene heqê aşiya Kovîd-19ê da ku ew dikarin aşî bibin.

Ji bo xebatkarên tenduristiyê û kesên divê pêştatî bên dayîn jî heqê aşiyê ya doza çaremîn hat dayîn.

Ji bilî vê ji ber ku hin welat du doz aşiya BîoNTechê dixwazin, kesên du doz aşiya Sînovacê û kesên dozeke BîoNTechê li xwe xistine jî wê bikaribin doza çaremîn li xwe bixin.

Berê kesên testa wan a PCRê pozîtîf derdiket ancax piştî 3 mehan dikaribûn aşî bûbûna. Lê li gor biryara nû ev kes wê piştî mehekê bikaribin aşî bibin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE