Ji bo kişikê hatin ba hev

Ciwanên ji 4 welatên Ewropayê li Siirtê kişik lîstin û govend girtin

Ji bo kişikê hatin ba hev

Ji Îtalya, Xirvatistan, Spanya û ji Romanyayê 30 ciwan hatin Sêrtê. ciwanên ku di çarçoveya projeya komeleya cedîdê de hatin bajêr, li vir bi ciwanên sêrtî re kişik lîstin, govend girtin û li bajêr geriyan.

30 ciwanên ji 4 welatên Ewropayê di çarçoveya bernameya Erasmûsê de ji bo hefteyekê hatin Sêrtê.

Ciwanên ku hatin bajêr di çarçoveya projeya Komeleya Cedîdê de hefteyêkê li Sêrtê man û li vir bi ciwanên Sêrtî re bernameyeke kişikê li dar xistin.

Piştî bernemeyê ji bo çand û dîroka Sêrtê nas bikin bi hevalên xwe re li bajêr û Geliyê Botan geriyan.

Ciwanên mêvan carna jî ketin govendê û bi stranên ji hev xweşiktkêf kirin.

Ciwanên Sêrtî dibêjin: “Bi saya vê bernameyê, me him bajarê xwe bi wan da nasîn him jî me çand û hunera wan nas kir.”

Dîroka nûkirinê: 16 Nîsan 2019, 17:36
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE