''Ji bo kêmkirina rageşiya di navbera DYA û İranê de em hewlên berbiçav didin"

Serok Recep Tayyip Erdogan got, "Ji bo kêmkirina rageşiya di navbera DYA û Îranê de heta îro me weke Türkiyeyê hewlên berbiçav dan û em didin."

''Ji bo kêmkirina rageşiya di navbera DYA û İranê de em hewlên berbiçav didin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan derbarê kuştina Fermandarê Hêza Qudsê yê Pasdarên Komara Îslamî ya Îranê Qasim Silêmanî got, "Em rîskên nêzîk di warê aramî û îstiqrara herêma me de, piştî kuştina Silêmanî bi fikar dişopînin."

Serok Erdogan beşdarî weşana zindî ya hevbeş a Kanal D, CNN Turkê bû û bersiva pirsên rojnamevanan da.

Erdogan kuştina Silêmanî nirxand û got, "Ji bo kêmkirina rageşiya di navbera DYA û Îranê de heta îro me weke Türkiyeyê hewlên berbiçav dan û em didin. Tevî hemî xeyretan û hewlên navneteweyî, mixabin çareseriya rageşiya di navbera Îran û Amerikayê de heta nuha mumkun nebûye. Me dît ku di vê taliyê de qeyran bi taybet ji ser Iraqê re dîsan tê geşkirin. Hilbijartina cih jî weke Iraqê watedar e. Bi taybet ku DYAyê ew hilbijart, li herêmê bû sedema zêdebûna rageşiyan. Em rîskên nêzîk di warê aramî û îstiqrara herêma me de, piştî kuştina Silêmanî bi fikar dişopînin. Dê ev kar li vêderê neqede, dê miheqeq pêvajoyek bi dûv vê de jî hebe. Kuştina fermandarekî ji asta bilind a dewletekê a welatekî, ez wisa difikirim ku herhal dê bê bersiv nemîne."

Erdogan anî ziman ku ew wê şevê digel Trump axivîne û piştî 4-5 seatan ev bûyer qewimiye û got, "Wate mijar hatibû plankirin. Dema me bihîst em matmayî man. Min bi taybet telqîna wê yekê lê kir ku rageşiya digel Îranê zêde neke. Weke Türkiyeyê em herdem li herêmê li dijî destêwerdanên derekî sekinîn û me ev êrîş jî bi vê nerînê nirxand. Berî ku em bigihin qonaxekê ku hemî alî ji zirarê bibînin, li gorî min pêdivê ev rageşî têkeve bin kontrolê de."

Serok Erdogan destnîşan kir ku şandina eskeran bo Libyayê nuha jixwe peyderpey çêdibe û derbarê peymana digel Libyayê got, "Hinek hene çavên wan bar nabe. Partiya mixalefeta sereke, bi qasî ku ji eskerên Türkiyeyê re bêje 'lejyoner' xwe kêm kir.

Erdogan tekezî li wê yekê kir ku planên Yewnan û Rûman ku dixwestin me di Deryaya Spîde asê bihêlin, têkçûn.

AA

Dîroka nûkirinê: 08 Çile 2020, 12:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE