Ji bo Konseya Berwext a Eskerî ya Sûdanê piştgiriya Rûsyayê

Bogdanov got ji ber ku girîngiyê didin geşedanan li ser telîmata rêveberiya Rûsyayê hat Xartûmê ku rewşa li Sûdanê ji nêz va bibîne.

Ji bo Konseya Berwext a Eskerî ya Sûdanê piştgiriya Rûsyayê

Rûsyayê diyar kir ku ji bo bi Konseya Berwext a Eskerî ya Sûdanê ra hevkariyê bike amade ye.

Li gor daxuyaniya Konseya Berwext a Eskerî ya Sûdanê, Ebdilfetah Burhanê Serokê Konseyê li Qesra Serokomariyê ya li Xartûmê Mîhaîl Bogdanovê Alîkarê Wezîrê Karên Derva û Nûnerê Taybet ê Vladîmîr Putînê Serokê Rûsyayê qebûl kir.

Bogdanov got ji ber ku girîngiyê didin geşedanan li ser telîmata rêveberiya Rûsyayê hat Xartûmê ku rewşa li Sûdanê ji nêz va bibîne.

Bogdanov diyar kir ku Rûsya amade ye ku têkiliyên bi Sûdanê ra pêş bixe ji bo berjewendiyên herdu gelan hevkariyê bikin, Rûsya emîn e ku bûyerên li Sûdanê ji bo daxwazên gel  qewimîne.

Burhan jî destnîşan kir ku têkiliyên herdu welatan qeyîn in û di ji ber piştgiriya ku Rûsya di vê demê da dide sipas dikin.

Burhan der barê mijarên ewlekarî û polîtîk ên li welêt da agahî da Bogdanov û diyar kir ku kosey ew ê 2 salan li ser wezifeyê be û wezifeyê dewrî gel bike.

Dîroka nûkirinê: 20 Nîsan 2019, 15:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE