Ji bo kontrola egsozê roja dawî ye

Muayeneya egzozê ya 2 milyon erebeyan nehatiye kirin...

Ji bo kontrola egsozê roja dawî ye

Di trafîkê de muayeneya nêzî 2 milyon erebeyan tune ye.Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê, kesên ku kontrola wesayîda xwe nekirine hişyar dike. heke muayeneya egzozê neyê kirin wê hezar û 546 lîre ceza li wan bê birîn.

Wezareta Bajarvanî û Hawirdorê, ji bo rê li ber qirêjbûna hewayê bigre, kontrolên xwe trimbêlan didomîne.

Di vê çarçoveyê de xwediyên milyonek û 931 hezar û 125 erebeyan, seba “muayeneya egzozê” dê cara dawî bên hişyarkirin.

Xwediyên erebeyan ên ku kontrola emîsyona gaza egzozê nekin wê hezar û 546 lîre cezayê perêyan bixwin.

Wezaretê, par ji sedema egzozê 972 hezar û 24 lîre cezayê îdarî yê pereyan da xwediyên erebeyan .

Îsal ji bo heyama ewil, li xwediyên erebeyên bêmuayene wê 612 hezar û 264 lîre ceza bê birrîn.

Dîroka nûkirinê: 31 Tebax 2019, 13:27
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE