Ji bo koronavîrûsê tevdîr tên girtin

Kesên ku ji Çînê tên ji ciyekî din derbas dibin û bi kamerayên termal tên kontrolkirin

Ji bo koronavîrûsê tevdîr tên girtin

Vîrûsa ku li Vuhana Çînê derket, li seranserê dinyayê belav dibe. Turkiye jî tevdîrên xwe zêdetir kirin. Li balafirgehê kamerayên termal hatin danîn û rêwiyên ku ji Çînê tên yek bi yek tên kontrolkirin. Heta niha tu şopa koronavîrûsê nehat tespîtkirin.

Ji ber koronavîrûsê hemû dinya ditirse û tevdîran distîne.

Li Balafirgeha Îstanbulê jî tevdîrên berfireh hatin girtin.

Rêwiyên ku ji Çînê tên ji cihekî din dikevin balafirgehê.

Kamerayên termal bi şev û roj rêwiyan kontrol dikin.

Her roj nêzî 2 hezar rêwî ji bajarên cuda yên Çînê tên Îstanbulê.

Ji ber tirsa vîrûsê gelek welatiyên Turkiyê ji Çînê vedigerin.

Kamerayên termal rêwiyan kontrol dikin.

Germahiya laşên rêwiyan tên pîvan.

Ger tîna laşê wan ji 38 pileyan zêdetir be, kontrola tenduristiyê tê kirin.

Her wiha ji ber tirsa vîrûsê protokola hewadarkirinê jî hat guhertin.

Bijîşkê Balafirgeha Îstanbulê Kavak: Beriya vê rêjeya hewaya nû ya ku ji derve dihat, ji sedî 25 bû. Niha ev rêje bû ji sedî sed. Her wiha sîstemê ji sedî 30ê hewayê derdixist derve. Niha pergala egzosê temamiya hewayê derdixe derve.

Rêwiyên ku ji Çînê tên ji cihekî din derbas dibin û ew der bi dermanên taybet tê paqijkirin.

Personelên ku di seferên Çînê de dixebitin jî maskeyan didin ber devê xwe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE