Ji bo ku berfeşîrê bixwin tên Kahramanmaraşê

"Ji bo ku berfeşîrê bixwin, tên bajarê berfeşîrê. Ji ber serdema havînê firotina berfeşîrê zêde bû"

Ji bo ku berfeşîrê bixwin tên Kahramanmaraşê

Ji çaraliyê Tirkiyeyê turîst ji bo tamkirina berfeşîra Meraşê ku bi destê hosteyên karzan bi şîrê bizinan û salebê va çêdibe û ji Çînê ta Afrîkaya Başûr, ji Amerîkayê ta Maldîvan tê îxrackirin, tên bajêr.

Berfeşîra Meraşê ku bi şekir û şîrê bizinan tê çêkirin û herwiha bi nişaya salebê va jî mîna benîşt dikişe, bi tam û aromaya xwe ya bêhempa, rengê xwe yê rewnaq, ji ber ku zû zû nahele û bo demeke dirêj taybetiyên xwe diparêze, ji yên din cuda dibe.

Ev berfeşîra ku navê Meraşê li xwe kiriye û bûye sembola vî bajarî, ligel madeyên ku pê tê çêkirin, bi pisporiya çêkirinê va jî derdikeve pêş.

Ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê welatî jî tên Meraşê da ku vê berfeşîra ku nav û dengê wê li hemû dinyayê belav bûye, bixwin.

- "Gelek turîst tên"

Endamê Lijneya Rêvebirinê yê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Meraşê û Serokê Jûra Berfeşîr û Pastefiroşan Erdal Kanbur di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku berfeşîra Meraşê ji Çînê ta Afrîkaya Başûr, ji Amerîkayê ta Maldîvan ji bo gelek welatan tê îxrackirin.

Kanbur bal kişand, kesên dixwazin berfeşîra Meraşê tam bikin, pêl bi pêl tên bajêr û wiha dewam kir:

"Ji bo ku berfeşîrê bixwin, tên bajarê berfeşîrê. Ji ber serdema havînê firotina berfeşîrê zêde bû. Helbet her berfeşîr ne berfeşîr e. Ew yek deynê stûyê me ye ku em bi awayê herî baş xizmeta turîstên ku ji bo berfeşîrê tên bajarê me bikin û danasîna bajarê xwe bikin."

Bahadir Ayvazê ji Meletiyê hatî, diyar kir, berfeşîra ku bi şîrê bizinan tê çêkirin xwe nîşan dide û wiha axivî, "Ji bo tamkirina berfeşîrê, hêja ye ku mirov were Meraş. Yê ku ji tama devê xwe dizane, divê teqez were vê derê."

Samiye Turkogluya ji Stenbolê jî diyar kir ku nexasim ew ji bo xwarina berfeşîrê hatin bajêr û herwiha şîrê bizinan gelekî li berfeşîrê tê.

Rêberê geştiyaran Zubeyîr Yilmaz jî diyar kir ku di dawiya geryana GAPê da ji bo berfeşîra wê, ew hatin Meraşê

Yilmaz wiha xeberda, "Bêyî ku em berfeşîrê bixwin, em di ser ra derbas nebûn. Me li Meraşê li tama vê çêjê nihêrî. Bi me divê hemû geştiyar bên vê derê û li tama vê berfeşîrê binihêrin."AA

Dîroka nûkirinê: 24 Hezîran 2019, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE