"Ji bo ku herêm û Efxanistan demildest bigîhêje îstiqrarê em ê her cûre hewldana xwe bidomînin"

Serokomar Erdogan li Fermandariya Tersaneyê ya Stenbolê beşdarî Merasima Projeya Korvet MÎLGEMê ya Pakistanê ya der barê keştiyê da bû û li wir axivî.

"Ji bo ku herêm û Efxanistan demildest bigîhêje îstiqrarê em ê her cûre hewldana xwe bidomînin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got ji bo ku bi Pakistanê ra di qada parastinê da hevkarî pêşva here ew mitabiq in.

Serokomar Erdogan li Fermandariya Tersaneyê ya Stenbolê beşdarî Merasima Projeya Korvet MÎLGEMê ya Pakistanê ya der barê keştiyê da bû û li wir axivî.

Edogan anî ziman duh 74emîn salvegera serxwebûna Pakistanê bû ku ew vê rojê pîroz dike û têkiliyên di navbera Pakistan û Tirkiyeyê da jî her tim baş dewam dike.

 "Em ji bo ku di qada parastinê da hevkariya xwe pêşva bibin mitabiq in"

Erdogan behsa hevkariya Pakistan û Tirkiyeyê kir û wiha axivî: "Em ji bo ku di qada parastinê da hevkariya xwe pêşva bibin mitabiq in.  Di sanayiya parastinê da em ji sedî 80yî girêdayî derva bûn, lê niha me ev berjêrî ji sedî 20an kiriye. Di nav 4-5 salan da wexta ku proje ketin dewrê û encam dan, Tirkiye wê di qada sanayiya parastinê da derkeve lîga herî jorîn. Tirkiye welatekî wisa ye ku çiqas mezin û xurt bibe, derfetên di destê xwe da bi dost û birayên xwe ra parve dike û ji ber vê jî kêfxweş dibe."

 "Em bi peleke koçberên Efxan yên ji ser Îranê tên ra rûbirû ne"

Der barê rewşa li Efxanistanê û geşedanên diqewimin da jî Erdogan wiha got: "Ji bo aştî û îstiqrar were Efxanistana ku di demên dawîn da pevçûn lê zêde bûn, wezîfeyên girîng dikeve ser milê Pakistanê jî. Ji bo ku herêm û Efxanistan demildest bigîhêje îstiqrarê em ê her cûre hewldana xwe bidomînin. Wek Tirkiye em bi peleke koçberên Efxan yên ji ser Îranê tên ra rûbirû ne. Li Efxanistanê îstiqrar her ku diçe kêm dibe û em ancax bi vî awayî dikarin fikarên ji bo pêleke koçê ya nû ji holê rakin."

"Ez ji bo muretebatên Tirk û Uris sersaxiyê didim"

Ji bo muretabên balafira ku li Kahramanmaraşê qeza kiribû jî Erdogan sersaxî da û wiha axivî: "Ez ji bo muretebatên Tirk û Uris ên di balafira ku agir vedimirand da bûn û duh li Kahramanmaraşê ji ber qezaya balafirê mirin sersaxiyê didim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE