Ji bo ku li zozanan turîzm pêşva here xebat tên kirin

Li Beytuşebapa navçeya Şirnexê li Zozanê Feraşînê "şahiya berxbirînê" hat lidarxistin

Ji bo ku li zozanan turîzm pêşva here xebat tên kirin

Li Beytuşebapa navçeya Şirnexê li Zozanê Feraşînê ya bi operasyonên dijî terorê va aramî lê çêbû "şahiya berxbirînê" hat lidarxistin.

Alîkarê Wezîrê Çand û Turîzmê Ahmet Haluk Dursun di şahiyê da axivî û got li Zozanê Feraşînê piştî aramiyê heywandarî wê pêşva here.

- "Wek wezaret ji bo ku zozan ji turîzma xwezayê ra bê vekirin em xebatan dikin"

Dursun wiha axivî: "Wek wezaret ji bo ku zozan ji turîzma xwezayê ra bê vekirin em xebatan dikin. Ev der wê bi vî awayî şên bibe."

Waliyê Şirnexê Mehmet Aktaş jî got ji ber êrîşên terorîstan koçeran nikaribû derkevin zozanan û heywandarî kêm bû, lê piştî xîreta hêzên ewlehiyê zozan ji terorîstan hat paqijkirin û aramî çêbû.

Aktaş got înşallah aramî wê dewam bike û wiha axivî: "Mihrîcana berxbirînê li vê herêmê ji berê va karekî pir girîng e. Şahiya berxbirînê him sembola bereketê û him jî sembola dostanî, biratî û hevkariyê ye."

- "Em ê penêr, şîr û qatixê Feraşînê bikin marqe"

Şaredarê Beytuşebab Habîp Aşan jî got welatiyên diçin zozanan goşt, şîr, penêr digrin û wiha dewam kir: "Gelê me êdî dikare bi rehetî li quntara Çiyayê Katoyê heywandariyê bike. Em dixwazin ev rojên me yên kêfxweş dewam bikin. Me patenta hingivê li Zozanê Feraşînê çêdibe hilda. Em ê penêr, şîr û qatixê Feraşînê bikin marqe. Em dixwazin pirsgirêka rê, av û ceyranê ya zozanê çareser bibe."

Kesên di pêşbirka berxbirînê da bi ser ketin bi diyariyê hatin xelatkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 09 Tîrmeh 2019, 12:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE