Ji bo ku milyonekî turîst bên Palandokenê xebat tên kirin

"Her mêtroqereyeke Erziromê cihekî turîstîk e. Bi xebatên nû va armanca me ew e ku em milyonekî turîst bikşînin vir"

Ji bo ku milyonekî turîst bên Palandokenê xebat tên kirin

Navenda Şiqitandinê ya Palandokenê her sal di zivistanê da mazuwaniya bi hezaran turîstên herêmî û biyanî dike. Ji bo ku zêdetir turîst bên navendê xebatên sezona nû zûtir hatin destpêkirin.

Di serî da Rûsya û Îran ji gelek welatên Ewropayê turîst tên Palandokenê.

Ji bo ku hejmara turîstan zede bibe li navendê ji hêla Şaredariya Mezin û Walîtiyê va hin xebat tên kirin. 

Li navendê otelên nû wê bên çêkirin, kebaba caxê û dolmeya qedayifê di serî da gelek warinên herêmî wê li van otelan bên firotan.

Ji bilî vê rêyên trackîng û duçerxeyê jî wê bên çêkirin ku bala turîstan bikşînin.

 "Heta zivistanê em ê rêyên trackîng û duçerxeyê temam bikin"

Waliyê Erziromê Okay Memîş daxuyand ji niha va xebatên heyama nû dane destpêkirin û bi hevkariya Şaredariya Mezin va ev xebat tên meşandin.

Memîş got ji bo çêkirina rêyên trackîng û duçerxeyê îhale wê bên kirin û wiha dewam kir: "Heta zivistanê emê rêyên trackîng û duçerxeyê temam bikin. Hevalên me niha li pîstên şiqitandinê xebatên zêdekirina ewlehiyê dikin. Em ê 20 dikanên biçûk jî li Palandokenê vekin. Kesên tên betlaneyê wê xwe wek ku çûne bajarokeke çiya, bajarokeke betlaneyê his bikin."

Memîş bal kişande xweşikahiyên dîrokî û xwezayî yên Palandokenê û wiha axivî: "Şaredariya Mezin li Palandokenê cihên kebaba caxê û dolmeya qedayifê di serî da gelek warinên herêmî wê lê bên firotan çêdike. Em otelên nû tên çêkirin jî kontrol dikin. Li otoparkên servekirî em ê otoparkên sergirtî çêkin û 3 qat daxin jêrê. Li ser otoparkê jî em ê otelên butîk çêkin. Bihayê vê wê qasî 150 milyon lireyî be. Her mêtroqereyeke Erziromê cihekî turîstîk e. Bi xebatên nû va armanca me ew e ku em milyonekî turîst bikşînin vir."AA

Dîroka nûkirinê: 10 Tîrmeh 2019, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE