Ji bo ku încî kefalên Gola Wanê di heyama xerzdanînê da neyên girtin tevdîr hatin zêdekirin

Ji bo ku încî kefalên Gola Wanê di heyama xerzdanînê da neyên girtin tevdîr hatin zêdekirin

Încî kefalên ku di Gola Wanê da dijîn di heyama xerzdanînê da bi tevdîrên xurt tên parastin. 

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Çandinî û Daristanê ya Bajêr hat dayîn, încî kefal ji bo ku xerzê xwe daynin di navbera 15ê nîsanê û 15ê tîrmehê da ji nav Gola Wanê koçî avên şirîn dikin. Ji bo ku ev masî bi rêya qaçaxî neyên girtin, xebat dewam dikin.

Di vê çarçoveyê da bi budçeya ku Wezareta Çandinî û Daristanê terxan kir va 11 wesayît hatin kirêkirin û ji bo ku seba têkoşîna qaçaxcîtiya masiyan werin bikaranîn li hêzên asayîşê û Midûriyên Çandinî û Daristanê yên Navçeyan hatin belakirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin, ji bo ku masî di heyama xerzdanînê da neyên girtin, ekîbên Midûriya Çandinî û Daristanê ya Bajêr, ekîbên cendirme, ewlehî û zabiteyan zêde dixebitin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE