Ji bo ku taştêya Wanê têkeve lîsteya UNESCOyê xebatan dest pê kir

Ji bo ku taştêya Wanê têkeve Lîsteya Mîrata Çandî ya Neşênber a Mirovahiyê ya UNESCOyê xebat dan destpêkirin

Ji bo ku taştêya Wanê têkeve lîsteya UNESCOyê xebatan dest pê kir

Ji bo ku taştêya Wanê têkeve Lîsteya Mîrata Çandî ya Neşênber a Mirovahiyê ya UNSECOyê xebat dan destpêkirin.

Taştêya Wanê di danasîna bajêr da cihekî xwe yê girîng heye. 

Taştêya Wanê di sala 2014an da bi çalakiya "Sifreya herî qerebalix a dinyayê" va rekor şikênast û ket Pirtûka Rekorên Guinnessê. Taştêya Wanê ji Saziya Patent û Marqeyan a Tirk (TPE) "Belgeya Tescîla Marqeyê ya Taştêya Wanê" hilda.

Ji bo ku taştê têkeve Lîsteya Mîrata Çandî ya Neşênber a Mirovahiyê ya UNESCOyê, Midûriya Çand û Tûrîzmê ya Bajêr û Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê (YYU) xebat da destpêkirin.

Odeya Sanayî û Bazirganiyê ya Wanê jî ji bo ku taştê derkeve pêş, amadehiyê dike ku her sal rojekê wek "Roja Taştê ya Dinyayê" îlan bike.

Midûrê Bajêr yê Çand û Tûrîzmê Muzaffer Aktug daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir, ji bo ku taştêya Wanê li hemû dinyayê were naskirin, xebat didomin.

Aktug got ku taştêya Wanê seba danasîna bajêr girîng e û wiha dewam kir: "Xebatên me dewam dikin ku hemû merhaleyên taştê ji UNESCOyê ya werin pêşkêşkirin. Heta ku taştê were ser sifreyê em qeyd dikin. Armanc ew e ku taştê têkeve Lîsteya Mîrata Çandî ya Neşênber a Mirovahiyê ya UNESCOyê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

ŞÎROVE
delal
delal - 12 ay Berî

Delal

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE