Ji bo kurê xwe yê ji çavê xwe aciz e beşdarî çalakiya dayikên Diyarbekirê bûn

Semra û Talîp Kuçuk yên ji bo kurê xwe Îbrahîm Halîl ji Gazîentabê hatine ku beşdarî çalakiyê bibin daxuyandin ku kurê wan dema di 2014an da li Burdurê di zanîngehê da xwendekar bûye hatiye xapandin û ew birine çiyê.

Ji bo kurê xwe yê ji çavê xwe aciz e beşdarî çalakiya dayikên Diyarbekirê bûn

Malbateke din jî beşdarî nobeta ewladan a dayikên Diyarbekirê ya ji bo zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin bû.

Çalakiya dayikên Diyarbekirê ya ji bo zarokên xwe yên revandine çiyê di 3yê Îlona 2019an da li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin di roja 681emîn da dewam dike.

Semra û Talîp Kuçuk yên ji bo kurê xwe Îbrahîm Halîl ji Gazîentabê hatine ku beşdarî çalakiyê bibin daxuyandin ku kurê wan dema di 2014an da li Burdurê di zanîngehê da xwendekar bûye hatiye xapandin û ew birine çiyê.

"Piştî ezmûnan me tu xeber ji kurê xwe hilneda"

Talîp Kuçuk got çavên kurê wî baş nabîne û wiha axivî: "Piştî ku ezmûnên wî xelas bibin em ê biçûna nexweşxaneyê. Lê piştî ezmûnan me tu xeber ji kurê xwe hilneda."

"Ez dixwazim beriya ku bimirim kurê xwe bibînim"

Dayik Semrayê jî got ew ji ber hesreta kurê xwe bi nexweşiya pençeşêrê ketiye û wiha dewam kir: "Ez 7 sal e ewladê xwe nabînim. Ez nexweş im, tedawî dibim. Ez dixwazim beriya ku bimirim kurê xwe bibînim. Kî ewladê min biriye bila bîne."

Kuçukê bangî kurê xwe kir û wiha got: "Kurê min, heke tu dengê min dibihîzî were. Heta ku ez te hilnedim ez ê ji vir neçim."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE