Ji bo malbatên êzîdî alîkariyên heyva sor a Tirkiyê

Heyva sor li kampa hankiyê alîkarî da 3 hezar malbatên êzîdî

Ji bo malbatên êzîdî alîkariyên heyva sor a Tirkiyê

Heyva sor a Tirkiye li Duhokê li kampa penaberan a hankiyê alîkarî da malbatên êzîdî. heyva sor bi tevahî li 3 hezar malbatî pakêtên xurekê belav kirin.

Li İraqê ji sed hezarî zêdetir Êzîdî ji ber zilma rêxistina terorî DEAŞ’ê ji Şengalê derketin û berê xwe dan cihên ewle.

Heyva Sor a Tirkiyê jî ji bo malbatên penaber alîkariyan dike.

Heyva Sor, di meha Remezanê de ji bo Kampa Penaberan a Hankiyê ya li Duhokê 3 hezar pakêtên xurekê amade kirin.

Sefîrê Hewlêrê yê Tirkiyê Hakan Karaçay behsa alîkariyên heyva sor a Tirkiyê kir û got em her tim li ba mezlûman e.

“penaberên li vê derê ji ber zilma rêxistina terorî deaş’ê reviyane. niha jî ji ber zilma rêxistina terorî pkk’ê newêrin vegerin welatê xwe. tirkiye li her derê cîhanê alîkariyê dide mezlûman.”

Alîkariyên Heyva Sor a Tirkiyê dê piştî Remezanê jî dewam bikin.

Dîroka nûkirinê: 29 Gulan 2019, 18:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE