"Ji bo me, dewleta me û miletê me hikmê wê tuneye"

Wezîr Gul di merasima îmzeya Protokola Projeya Çêkirina Qesra Edaletê ya teze ya Enqereyê da axivî û li Meclisa Nûneran a Amerîkayê qebûlkirina pêşnûmaya îdiayên Ermeniyan ên ji bo bûyerên 1915an nirxand.

"Ji bo me, dewleta me û miletê me hikmê wê tuneye"

Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul got, "Di demeke menîdar da biryara do li Meclisa Nûneran a Amerîkayê hat dayîn hewleke berhewa ye. Ji bo me, dewleta me û miletê me hikmê wê tuneye."

Wezîr Gul di merasima îmzeya Protokola Projeya Çêkirina Qesra Edaletê ya teze ya Enqereyê da axivî û li Meclisa Nûneran a Amerîkayê qebûlkirina pêşnûmaya îdiayên Ermeniyan ên ji bo bûyerên 1915an nirxand.

Gul bal kişand ku biryar di demeke manîdar da hat dayîn û wiha axivî: 

"Di demeke menîdar da biryara do li Meclisa Nûneran a Amerîkayê hat dayîn hewleke berhewa ye. Ji bo me, dewleta me û miletê me hikmê wê tuneye. Bi dek û dolaban rastî nayê veşartin. Yên hewl didin bi dek û dolaban rastiyê veşêrin ew ê di dawiya dawîn da bi dek û dolabên hewl didin bikin ra rûbirû bimînin. Îstismara dîrokê dibe ku çend rayan bi wan bide qezenckirin. Lêbelê ji bo kesên rastiyan li ber berjewendiyên piçûk fîda dikin ew ê nebe dermanê heqîqetê. Ya rastî ew dizanin çi ji bo çi fîda dikin, ev derdê me nîne. Lêbelê dibê her kes vê bizanibe ku di dîrokê me ra rûreşî tune. Di dîroka vî gelî da leke tune. Kesên qala niijadkujiyê dikin dibê pêşiyê li dîroka xwe mêze bikin. Dîroka me li ser esasên heq, heqîqat û edaletê ye. Axa me ji bo kesên ji komkujî û nijadkujiyê direvin sitargeh e. Hem dîrok hem jî roja îro şahidên vê rastiyê ne."

Dîroka nûkirinê: 31 Cotmeh 2019, 16:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE