Li çar aliyê Türkiyeyê ji bo eskerên li Îdliba bajarê Sûriyeyê ne, dema nimêja sibê dia hatin kirin û ji bo serkeftîbûna Herekata Mertalê Biharê ya piştî êrîşa 27ê Sibatê hat dest pêkirin, Sureya Fethê hat xwendin.
Li Ankarayê Serokê TBMMyê Mustafa Şentop, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul, Serokê Kar û Barê Diyanetê Alî Erbaş û gelek welatî li Mizgefta Hecî Bayram beşdarî bernameyê bûn û nimêj kirin.
Li mizgeftê Sureya Fethê hat xwendin û paşê nimêja sibê hat kirin.
Serokê Kar û Barê Diyanetê Alî Erbaş piştî nimêja sibê da kirin ji bo Mehmetçîkên beşdarî Herekata Mertalê Biharê bûne diaya serkeftinê kir.
Erbaş got herekata artêşê ya ji bo aramiya gel û herêmê daye destpêkirin bila serkeftî be, hêza wan kêm nebe û alaya Türkiyeyê qet danekeve.
Erbaş got rehma Xwedê li eskerên şehîd be, Xwedê şifayê bide birîndaran û yên mayî jî bila sax û silamet bin.
- İstanbul
Li İstanbul jî li Mizgefta Eyup Sultan beriya nimêja sibê Sureya Fethê hat xwendin, ji bo Mehmetçîk bi ser bikevin dia hatin kirin.
Hin Welatiyan jî ji bo eskeran Qur'an xwendin.
- Îzmir
Li Îzmirê ji bo serkeftîbûna Herekata Mertalê Biharê li mizgeftan dia hatin kirin.
Ji bilî bajarên mezin Enqere, Stenbol û Îzmirê li bajarên din ên wek Bursa, Edirne, Hekarî, Konya, Hekarî, Meletî, Osmaniye, Edene, Mersîn, Hatay, Şanliurfa, Adiyaman û yên din jî Sureya Fethê hat xwendin û ji bo eskeran dia hatin kirin.
- Kıbrıs
Li Kıbrısê jî li ser biryara Serokatiya Karên Dînê ji bo serkeftîbûna Harekata Mertalê Biharê li mizgeftan dia hatin kirin û Sureya Fethê hat xwendin.
AA