Ji bo mekteba gund pirtûkxaneyek çêkirin

Zarokên gund dixwestin pirtûkxaneyeke wan jî hebe

Ji bo mekteba gund pirtûkxaneyek çêkirin

Bi saya xêrxwaz û mamosteyên jêhatî zarok gihaştin xeyala xwe. Li gundê helexeyê yê bi ser midyada mêrdînê ve pirtûkxaneyeke mezin hat avakirin. Bi xêra wan zarokên 12 gundan dê vê havînê pirtûkan bixwînin.

Li gundê Helexeyê yê Midyadê ji bo zarokan ji xeynî dibistanê cihekî ku herinê tunebû.

Zarokan dixwest li gundê wan pirtûkxaneyek bê avakirin.

Mamosteyên gund pêşengiya xêrxwazan kirin û xeyala zarokan bi cih anîn.

Bi piştgiriya xêrxwazan û Qeymeqamiyê li dibistana gund pirtûkxaneyeke mezin hat avakirin.

Li vê mektebê ji xeynî zarokên Helexeyê, zarokên 11 gundên din jî dixwînin.

Hemû zarok wê ji pirtûkxaneyê îstifade bikin û pirtûkan bixwînin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE