Ji bo 'merqayên dinyayê' cilan didirûn

"Berê min tu kar nedikir. Niha bi saya vî karî ez 3 zarokê xwe didim xwendin û debara malbata xwe dikim"

Ji bo 'merqayên dinyayê' cilan didirûn

 Li Tuzlucaya navçeya Îdirê jinên ku li atolyeyên tekstîlê perwerde dîtin û bûn hoste niha li bajêr ji bo merqayên dinyayê yên navdar cilan didirûn. 

Akîf Duraçê karsaz li navçeya Tuzlucayê atolyeyek vekir. Bi xêra atoleyeyê 80 jin bûn xwediyê kar. 

Karsaz Akîf Duraç daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wan sala 2018an li navçeyê atolyeya tekstîlê vekir û wiha axivî:

"Min beriya vê li Stenbol şol dikir. Paşê min xwest li herêmê jî atolyeyekê vekim. Me li atolyeyê xwe ewil kurs vekir. Jinên beşdarî kursa me bûn qasî 4 mehan perwerde dîtin. Piştî kurs qediya û jin bûn hoste, me ew transferî îmalatê kirin. Niha bi sayê vê kursê 80 jin li atolyeya me dixebitin. Ez dixwazim bi qasî 150 jin bixebitin. Niha em ji bo vê hedefê dixebitin."

"Bi saya atolyeyê ez debara mala xwe dikim"

Ji xebatkarên jin Muşerref Kiziltaşê got ku ew bi xêra vê tekstîlê debara mala xwe dike û wiha got: "Berê min tu kar nedikir. Niha bi saya vî karî ez 3 zarokê xwe didim xwendin û debara malbata xwe dikim."

AA

Dîroka nûkirinê: 01 Tebax 2019, 17:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE