Ji bo mexdûrên erdhejê malên gundan ên li ber menzereya golê

Ji bo mexdûrên erdhejê malên gundan ên li ber menzereya golê

Li Kaleya navçeya Meletiyê ku erdheja Elezîzê ya 24ê Rêbendana 2020î ya bi mezinahiya 6,8an tesîr lê kir, malên gundan ên li ber menzereya golê yên ku ji bo wan kesan hatin çêkirin ku li gundan dijîn û bi heywandariyê ra debara xwe dikin, jiyaneke di konfora vîllayan da pêşkêş dike.

Malên ku bi destê Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Demsalê bo erdhejzedeyan hatin çêkirin, li gelek ciyên bajêr bilind dibin, her wiha ji bo welatiyên ku li gundan dijîn jî li navçeyên Battalgazî, Kale, Doganyol û Puturgeyê xaniyên gundan tên çêkirin. Ji 1214 malên gundan ên ku tên çêkirin 690 jê bo xwediyên wan hatin radestkirin.

Xaniyên ku li navçeya Kaleyê li Taxa Bentê ji bo mexdûrên erdhejê hatin çêkirin, mîna vîlayên luks in. Hemû malên gundan ên li ber menzereya Gola Bendava Karakayayê, ji konstruksiyona pola hatin çêkirin ku li hemberî erdhej û şewatê qewîn in.

Xaniyên ku di baxçeyên wan da gom jî hene, derfeta jiyaneke ewle didin mexdûrên erdhejê.

Mexdûrê erdhejê yê şêniyê Taxa Bentê Mehmet Aldaşê 55 salî ji peyamêrê AAyê ra diyar kir ku wî hê jî ew roj ji bîr nekiriye, xesareke mezin gihîşt mala wan, li taxa wan hin bîna jî hilweşiyan.

Aldaş got, ji bo ku ew roj dubare nebe, ew dia dike û wiha dewam kir, "Rojên zehf nexweş bûn. Xwedê neyne serê kesî. Wê şevê me li baxçeyê xwe agir dada ku heta sibeh zelal bû."

Aldaş bal kişand ku piştî erdhejê, peywirdarên dewletê hatin cem wan, ew bi tenê nehiştin û wiha got, "Destxwera bi hawara me hatin. Pêwîstiyên me dabîn kirin. Xwedê ji dewleta me razî be. Pêşiyê ji Serokomarê me Recep Tayyip Erdogan razî be, kêmasiya wî nede."

Diya Aldaş, Zeynep Aldaşa 85 salî jî diyar kir ku ew ji mala xwe pir memnûn in û wiha got, "Xwedê ji dewleta me, nexasim jî ji Serokomarê me razî be. Ev mal xweşiktir in."

Bekir Sevimê 70 salî yê mexdûrê erdhejê yê ku di xaniyên gundan da dijî jî wiha axivî:

"Piştî erdhejê xanî ji me ra çêkirin û teslîmî me kirin. Xwedê ji dewleta me razî be. Em ji van xaniyan pir kêfxweş in. Xwedê ji Serokomarê me razî be û kêmasiya wî nede."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE