Ji bo mexdûrên terorê xaniyên nû

Li Cizreya Şirnakê TOKİ’yê ji bo mexdûrên terorê xanî çêkirin...

Ji bo mexdûrên terorê xaniyên nû

Cizîra Şirnexê bi projeyên nû diguhere. Ji bo kesên ku di terora xendekan de xaniyên wan xira bûn, xaniyên nû tên çêkirin. Toki’yê dest bi çêkirina 3 hezar û 87 xaniyan kir. Ji van 286 xanî hatin dayîn xwediyên wan. Cizîrî kêfxweş in ku gihîştin xaniyên xwe yên nû.

Cizîra Şirnexê yek ji wan cihan bû ku ji terora xendekan zirareke mezin dîtibû.

Piştî ku terorîst ji navçeyê hatin derxistin, xebatan dest pê kir.

Qeyyûmê ku li şaredariya navçeyê hatibû wezîfedarkirin, şopên terorê yek bi yek dan jibîrkirin.

Li Cizîra Şirnexê ji bo mexdûrên terorê bajarekî nû hat avakirin.

Ji bo malbatên ku di bûyerên terorê de mexdûr bûn ji 5 etap projeyên TOKİ’yê 4 etap qediyan.

Xaniyên ku xelas bûn niha yek bi yek teslîmî xwediyên wan tên kirin.

Qeymeqam û Cîgirşaredarê Cizreyê Faik Arican: piştî terora xendekan li navçeya me xebat û xizmetên me yên li ser erdê û binesaziyê dewam dikin. Armanca me jî ew e ku em hizur û aramiya gelê xwe biparêzin. Em niha jî li qada tokiyê ne û me malên wan ên tamambûne teslîmê wan kirin.

Hin malbat ketin malên xwe û niha bi kelecan in.

TOKİ ji bo malbatên ku mal û xaniyên wan di bûyerên terorê de xera bûbûn, avahiyên modern û bi konfor çêkirin.

Xanî bi planên 4 ode û salonek, an 3 ode û salonek hatin çêkirin.

Avahî bi malzemeyên herî baş û bikalîte hatin înşakirin.

Di nav sîteyan de park û kompleksên sporê jî hatin avakirin.

Avahiyên ku înşeata wan dewam dikin jî dê di demeke kurt de xelas bibin û teslîmî xwediyên wan bên kirin.

Dîroka nûkirinê: 04 Kanûn 2018, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE