Ji bo Mêrdînê 8 ambûlansên nû

Li Mêrdînê 8 ambûlansên ku ji aliyê Wezareta Tendirustiyê ve hatin texsîskirin, dest bi xizmetê kirin...

Ji bo Mêrdînê 8 ambûlansên nû

 8 ambûlansên ku ji aliyê Wezareta Tendirustiyê ve ji bo Mêrdînê hatin texsîskirin, dest bi xizmetê kirin.

Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman di merasima ku li Navenda Komûtaya 112ê ya Rêveberiya Tendirustiya Wilayetê hat lidarxistin de anî ziman ku xizmetguzariyên tendirustiya acîl ji bo her aliyî giring e.

Walî Yaman destnîşan kir ku 8 ambûlansên ku ji aliyê wezaretê ve bi mebesta xizmeta bi qalîtetir ji bo welatiyan ji Mêrdînê re hatin texsîskirin, dê li Îstasyonên Xizmeta Tendirustiya Acîl a 112ê têkevin xizmetê û wiha got, "Xebatkarên Wezareta Tendirustiyê bajarê Mêrdînê bêtir tercih dikin."

Rêveberê Tendirustiya Wîlayetê Saffet Yavuz jî anî ziman ku 25 îstasyonêa Xizmetên Tendirustiya Acil li Mêrdînê hene, bi 126 personelên tendirustiyê û 88 ajovanan, bê yî nuqsanî xizmetên tendirustiyê bi rê ve dibin û wiha pê de çû:

"Di nava sala 2018an de li îstayonên me, yên weke bi paletên berfê, obez, 4 qeryoleyî, 2 ji wan jî UMKE bi giştî 41 ambûlans xebitîn. Bi ambûlansên ku ji îro ve wezaretê ji me re texsîskirin, ev hejmar li seranserê wîlayetê gihişt 49an."

Parlementerê AK Partiyê yê Mêrdînê Şeyhmus Dinçel, Cîgirê Walî Bahattin Çelik, Serokê Wîlayetê yê AK Partiyê Faruk Kiliç, Rêveberê Perwerdeya Neteweyî yê Wîlayetê Yakup Sari, Qaymeqamê Artukluyê Şakir Oner Ozturk jî beşdarî bernameyê bûn.

Dîroka nûkirinê: 28 Çile 2019, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE