"Ji bo navçeyê ev qezenceke gelekî mezin e"

Li Uludereyê jinên di atolyeya bi piştgiriya dewletê hatiye avakirin da dixebitin debara mala xwe dikin

"Ji bo navçeyê ev qezenceke gelekî mezin e"

Li Uludereya navçeya Şirnexê jê gelek jin 95 kes di atolyeya tekstîlê ya bi piştgiriya dewletê hat avakirin da dixebitin û debara mala xwe dikin.
Par li Taxa Yeşîlyuvayê li ser qadeke 2 hezar û 500 mêtroqereyî atolyeyeke du qatî hat avakirin.

Serokatiya Îdareya Pêşvebirina Saziyên Biçûk û yên Navîn (KOSGEB) alîkariya makîneyan da, ÎŞKURê jî beriya kar perwerdeyê da vê atolyeyê ku ev der ji bo welatiyan bû kargeheke baş.



Ewil 50 jinên rewşa wan nebaş e xebitîn ku paşê 78 jin tevahî 95 kes di atolyeyê da dixebitin.
Huseyîn Tunkayê xwediyê atolyeyê got ew 25 sal e karê tekstîlê dike û wî biryar da ye ku ji Stenbolê vegere welatê xwe û kargehekê ava bike.


Tunka got bi piştgiriya dewletê par wan atolyeyek vekiriye û wiha axivî: "Meha bê emê beşa ûtiyê jî vekin û hejmara xebatkarên me wê bigîhêje 150. Em ê paşê hejmara xebatkaran zêdetir bikin. Ji bo feydeya wê bigîhêje gelê me, me li memleketê xwe kargeh vekir. Dema me vekir atolyeya tekstîlê li vir tunebû, lê di nav 2 mehan da 4 cihên din jî vebûn. Li wir 30-40 kes dixebitin, lê dîsa jî ji 100î zêdetir kes lê dixebitin. Meriv wêrerk dibin û dest bi veberhênanan dikin. Berê şiketan nedixwest kar bidin me lê niha em bi şirketên mezin va dixebitin, di kar da tu pirsgirêka me tune."



Xebatkar Nihat Tong jî anî ziman ku ew kêfxweş e kargeheke wiha li navçeyê vebûye û wiha axivî: "Ji bo navçeyê ev qezenceke gelekî mezin e. Dema cihên wiha vedibin, rê li ber koça ji vir tê girtin. Berê ji ber ku cihên wiha tunebûn em mecbûr diman ku li rojavayê bixebitin."

Taybet Paksoyê jî got ew ji bo alîkariya malbata xwe bike dixebite û wiha dewam kir: "Ez him alîkariya malbata xwe dikim û him jî li ser piyan dimînim. Em dixwazin karên wiha li vir zêdetir bin. Em dixwazin ev herêm pêşva here."
Halîme Urunê jî got piştî ku ew xwe li vir biemilîne ew jî dixwaze kargeheke wiha veke.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE